Loading...

Download
  • Genre:Folk
  • Year of Release:2021

Lyrics

Êvarekî dereng li ber dergehê şevekê ez ketim

Êvarekî dereng li ber dergehê şevekê ez ketim

Şev bû li yekî digeriya go bela xwe bifiroşê

Gerî û negerî di dawî de ez dîtim

Dît go ez bi tenê me bê kes im bê heval im bela xwe da min

Di serî de çav berda xemla evînê

Go ji dil tazî bike, bike kavil

Û rengê go mi li xwe kom kiribûn

Di kefenekî reş de wê girêde bike ji rengê xwe

Go wek wê biba


Wê min bikira keroşkek di dava nêçîrvanan de

Min ê nedikarîbû bibezim û nejî dikarim ber xwe bidim

Dixwest

Dixwest di dergûşa bê hêviya de li ber lorîkên ezraîla de

Min bi xew ve bibe

Ji boy kes nizanibe carekê ku ez hebûm

Li bende bû

Li bende bû go ez bigrîm û ew bikene

Lê lê wê hizir nedikir gotina dawî ji devê min wê çi derkeve

Min go wa şevê

Min go wa şevê

Tu gavên xwe zêdetirê xwe davêjî

Ma te mi li çola dîtiyi û go tu min pepûk û reben dibînî

Ez ne parsekê li ber dergehê êvara te me şevê

Ez rastî gelek şevên wekî te hatime û bê bersiv nemame

Li bê deng bûna min nenere go ez nikarim biqîrim

Qêrîna min ji temenê te mestire


Tu çiqeysî xwe li min tarî bike şevê

Tu çiqeysî xwe li min tarî bike şevê

Û tu hemî stêrkan li ber çavê min bide alîkî

Û tu heyvê bi min bide jibîrkirin

Di guhê tariya te de ez ê dîsa qîr bikim

Agirê ku ji destê hevalê min vêketiye ez li ber im

Çawa be ez li ber im

Ji roja go ez bûme ez li ber im

Ez ne ji mineta agirê tu kesî me şevê

Tu wek xwe bik û ez ê wek xwe bikim

Helbet wê bibe sibe ez ê hebim û tê tinebe

Hesabê xwe bike ku wê roj derkeve û ez ê bînim bîra te

Ez ê bikenim û bînim bîra te


Ez ê bînim bîra te xencerê go li pişta min ketibûn ji destê kê bû

Û şevşevokê go te min pê ditirsandin ew bi kude çûn

Yê go ta'ma sibehan kiribe

Zehmete serê xwe ji tarîtiyê re deyne şevê

Perdê guhê go ji qêrîna min qetiyane ji ker bûna xwe poşman bûne

Heta go tu hebe qêrîna min nasekine

Ji nihade hesabê xwe bike go wê dora min jî bê û tê tine be

Şevê

+

      -   or   -

      -   or   -

      NG +234

          Please Select A Playlist

          Add New Playlist

          Share on

          Embed: Love & Light EP

          Custom Size :

          • Default
          • Desktop(300*600)
          • Mobile(300*250)

          Type :

          • HTML/HTML5 (WordPress Supported)
          Get Boomplay Premium
          for
          Payment Method
          Pay With
            Review and pay
            Order Date
            Payment Method
            Due Today
            Flutterwave
              Subscription Successful

              Congratulations! You have successfully activated Boomplay 1 Month Premium.

              Now you have access to all the features of Boomplay App.
              Payment Failed

              Please check your balance and then try again.

              You'll lose your subscription if we don't have a working payment method for your account, so please check your payment details.
              Need help? Contact Boomplay Subscription Support.
              Payment Processing...
              10 s

              Payment is being processed by . Please wait while the order is being comfirmed.

              Payment Processing
              Your order is processing, and it may take up to a few days for the service provider to handle your payment. Please kindly stay tuned and check your order status in ‘User Center’.
              About Order Status